Li zanîngeha Rojava semînerek ji aliyê profêsorê Amerîkî Noam Chomsky hat dayîn

Li Zanîngeha Rojava, semînerek ji aliyê profêsorê Amerîkî yê navdar Avram Noam Chomsky hat dayîn. Noam Chomsky rewşa Bakur û Rojhilatê Sûrî nirxand û li ser zêdebûna xeteriyên ser Rojava û mayîna wê ser lingê xwe matmayîbûna xwe nîşan da.

Îro di saet 06:00 êvarî de, li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo, profêsorê Amerîkî yê navdar Avram Noam Chomsky bi riya enternetê semînerek pêşkêş kir.

Di semînerê de derdora 300 xwendekar, mamoste û rewşenbîr amade bûn.

Semîner derdora 2 saetan dewam kir û bi zimanê kurdî dihat wergerandin.

Semîner ji bo Beşa Zanista Civakî ya Xwendina Bilind hatibû amadekirin.

Profêsor Noam Chomsky di sermînera xwe de, li ser ekolojiya cîhanê û xeteriyên ser wê nixandin kirin û ser egeriya şerê bi çekên nuklerî meterisiya xwe nîşan da.

Chomsky, her wiha rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê siyasî û têkiliyên wê bi aliyên derve ve nirxand û li ser zêdebûna xeteriyên ser Rojava û mayîna wê ser lingên xwe Chomsky matmaîbûna xwe nîşan da.

Derbarê rewşa aborî jî, Chomsky destnîşan kir ku jidêla tenê bikaraîna petrolê weke enerjiya sereke, pêwîst e sûd ji hin enerjiyên din yên xwezayî were girtin.

Back to top button