Li bajarê Dêrikê bi şevbûhêrkekê helbestvan Yûsif Berazî hat bibîranîn

Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê bi şevbuhêrkekê helbestvan Yûsif Berazî (Bêbuhar) di salvegera 12’an a wefata wî de bi bîr anî. 

Şevbuhêrk li navenda Çand û Hunerê ya Dicle ya bajarê Dêrikê bi beşdarbûna gelek rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û nûnerên partiyên siyasî hate lidarxistin.

Di şevbuhêrkê de biraziyê helbestvan Yûsif Berazî, Şewket Berazî axivî û wiha got:

Piraniya helbestên nemir Yûsif Berazî klasîkî in, 5 dîwanên wî hene, ji wan Serxwebûn, Bang û Raperîn. Hemû berhemên wî hatin çapkirin.”

nemir ji bo dewlemendkirina çand û zimanê Kurd kedeke mezin da, di sala 1966’an de ji aliyê rejîma Baas’ê ve hate girtin û di girtîgehê de helbesta xwe ya bi navê Heps û Zindan nivîsand, ku her welatiyek Kurd parve dike û gelek hunermendên Kurd, di serî de nemîr Mihemed Şêxo kirine stran.

Helbestvanê Kurd Yûsif Berazî (Bêbuhar) sala 1931’an li bajarê Babê ji dayik bû, di sala 1954’an de berî dide herêma Cizîrê û li bajarê Serêkaniyê bi cih dibe. Yûsif Berazî 15’ê Çileya 2009’an de wefat kir.

Back to top button