Tevî cezayan Erdogan balafirên F-35 ji Biden dixwaze

Dewleta Tirk ji birêveberiya Amerîka ya nû xwest ku balafirên F-35 radestî wan bike..

Serokkomarê Tirkiyê Erdogan ji birêveberiya serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden xwest, ku pirsgirêka radestkirina balafirên F-35 ên Amerîkî çareser bike.

Erdogan diyar kir ku wan gelek pere ji bo van balafiran daye û hîna Amerîka nedane wan.

Amerîka berî niha gelek caran Tirkiye ji ber pergala mûşekan S-400 a Rûsî hişyar kiribû û teqez kiribû ew ê balafirên F-35 nebîne.

Waşingtonê 14 Kanûna borî ji bo kirîna van mûşekan, ceza li şirketên Enqere yên parastinê birîbû û par jî ew ji bernameya balafirên F-35 derxistibû.

Back to top button