Li Xaneqînê, polîseke û 3 leşkerên Iraqî hatin kuştin

Li Iraqê, di encama êrîşeke çeteyên DAIŞ’ê de, polîsekî Iraqî û 3 leşker hatin kuştin.

Duh di seatên şevê de, çeteyên DAIŞ’ê ji du aliyan ve êrîş bir ser hêzên Iraqî yên li sînorê bajarokê Gulale yê bi ser Xaniqînê ve û di encamê de polîsekî Iraqî û 2 leşker hatin kuştin.

Çeteyan di heman wextê de û li ser rêya heman herêmê, êrîşî hêzek din a Iraqê kir û li wir jî leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Çeteyekî DAIŞ’ê li parêzgeha Enbarê hat girtin

Ajansa Istixbaratî ya Iraqî bi daxuyaniyekê ragihand ku duh di encama di encama operasyoneke istixbaratî li herêma El-Kermê li parêzgeha Enbarê de çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Li aliyeke din jî, Wezareta Parastinê ya Amerîkî ragihand, ew ê tenê 2 hezar û 500 leşkerên xwe li Iraqê bihêlin.

Back to top button