ÇARESERIYA ALOZIYA LI SÛRÎ BI DERKETINA DAGIRKERAN VE GIRÊDAYÎ YE

Beşdarên komxebata li Minbicê, teqez kirin, yekbûna xaka Sûriyê ji rêgezên sereke yên çareseriyê ye û bêyî derketina hêzên dagirker ji Sûriyê çareserî ne pêkan e.

Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê bi slogana ‘Armanca me yek e, çaranûsa me yek e, pêşeroja me yek e’ komxebatek li Minbicê lidar xist.

Di komxebatê de nêrîna Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê hat nîqaşkirin.

Di komxebatê de bi dehan nûnerên partiyên siyasî yên Sûriyê, rûspiyên êlên Minbicê û gundewarê wê, endamên komîte û saziyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a bajarê Minbicê û gundewarê wê amade bûn.

Beşdarên komxebatê teqezî li ser yekîtiya pêkhateyên gelê Sûriyê û derketina hêzên dagirker li Sûrî hem fikir bûn.

Di piraniya nîqaşan de hate gotin, yekbûna xaka Sûriyê ji rêgezên çareseriyê ye, çareserî bêyî derketina hêzên dagirkeriyê ji Sûriyê ne pêkan e.

Leave a Reply

Back to top button