Yan Kobic weke şanderê NY bo Lîbyayê hat erêkirin

Konseya Ewlekariyê ya navdewletî, dîplomatê Silovakî Yan Kobic weke şanderê nû yê NY bo Lîbyayê erê kir.

Beriya niha, sekreterê giştî yê NY Antonio Guterres, pişniyar li Konseya Ewlekariyê ya navdewletî kiribû, ku dîplomatê Silovakî Yan Kobic weke şanderê NY bo Lîbyayê erkdar bike, duh jî li gorî çavkaniyên diplomatîk, biryara erêkirinê hat dayîn.

Kobic dê li şûna Stephanie Williams a Amerîkî ku bi awayekî demkî bi vî erkî radibû, kar bike.

Yan Kobic ji sala 2019’an bi erka hevahengînerê taybet bo Libnanê radibû, her wiha bi weke serokê şandeya navdewletî ji bo Efxanistan û Iraqê kar kiriye.

Ji sala 2006 heta 2009 jî Wezîrê Derve yê Silovakyayê bû.

Back to top button