Remziya Mihemed: Qonaxa duyemîn a pêngava me sibe dest pê dike

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed diyar kir, ew ê pêngava xwe berdewam bikin, ji ber ku dewleta Tirk her û her sûcên xwe li dijî jinan dike.
Remziya da zanîn ku qonaxa duyemîn a Pêngava wan jî, wê sibe dest pê bike û sê mehan dirêj bike.

Bi armanca eşkerekirina sûcên dewleta Tirk ên li dijî jin û sivîlan li Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî, Kongra Star 9’ê Mijdara sala derbasbûyî, pêngava “Na ji dagirkirin û qirkirinê re bi hev re em jin û jiyanê biparêzin” ragihand.

Ev pêngav bi hevkarî û beşdarbûna 30 rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûrî heya 9’ê Çileyê berdewam kir.

Di çarçoveya pêngavê de, li hemû herêmên navborî gelek çalakiyên taybet bi jinan û ên hevbeş hatin lidarxistin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê jî sûcên dewleta Tirk ên li dijî jinê bi wêne, dîmen û navan belge kirin û pêşkêşî sazî û rêxistinên hiqûqî, mirovî û yên girêdayî jinan kir.

Navendê 88 sûcên kuştin, 140 sûcên revandin û 497 sûcên tundiyê belge kirin.

Her wiha têkildarî tundiyê, 30 panel hatin lidarxistin, têkildarî diyalogên Kurdî-Kurdî, tundiya li dewletên ereban tê meşandin û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi rêya bernameya ZOOM’ê û bi beşdariya jinên ji derve, 3 panel hatin lidarxistin.

Însiyatîfeke jinan ji 34 rêxistin û tevgerên li ser asta Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkyayê hate ragihandin.

Berdevaka Kongra Star Remziya Mihemed destnîşan kir ku ew ê pêngava xwe berdewam bikin, ji ber ku dewleta Tirk her sûcên xwe li dijî jinan dike.

Remziya Mihemed: Li dijî sûcên li ser jinan, divê hemû jin tev li pêngavê bibin

Remziya Mihemed da zanîn ku qonaxa duyemîn a pêngavê wê di 17’ê Çileyê were destpêkirin û heta 17’ê Nîsanê dirêj bike.

Berdevka Kongra Star Remziya Mihemed bang li hemû jinan kir ku tev li vê pêngavê bibin û li dijî sûcên li dijî jinan têne kirin, bisekinin.

Back to top button