Hîna Xelkê Şengalê li dijî peymana dagirkirina Şengalê û piştevaniya bi Asayîşa Êzîdxanê re li ser pêyan in.
Çalakiya kon a xelkê Şengalê li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê vedabûn, ev 46 roj in, li dar e.
Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû Asayiş in” hatiye destpêkirin ji aliyê welatî, meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.