Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dîsa gurzeke nû ya cezayan li şîrketên Îranî birî..
Wezîrê Derve yê Amerîkî Mike Pompeo bi daxuyaniykê, xistina Pêşesaziya Deryayî (MIO), Pêşesaziya Asmanî (IAIO), ya Asmanî-Fezayî (AIO) bo lîsteya reş ragihand.
Pompeo teqez kir ku ev saziyên navborî, alav, keşteyên leşkerî û dronan ji bo artêşa Iranê çêdikin.
Bi daxuyaniyeke din, Pompeo ragihand ku ceza li 7 şîrket û 2 kesên Îranî ku alîkariyê didin Saziya Komkeştiya Veguhestina Deryayî Ercel Group jî hatin birîn.