Nancy Pelosi: Em ê hefteya bê pêşnûmeya dûrxistinê bişînin Senatoyê

Seroka Meclisa Nûneran ya DYA Nancy Pelosi ragihand ku, dê hefteya bê pêşnûmeya vederkirina Serok Donald Trump bişîne Senatoyê.

Nancy Pelosi weke merceke bingehîn a destpêkirina darizandinê, eşkerekirina dema pêşkêşkirina dosyaya Trump bo Senatoyê red kir.

Çarşema borî jî, Meclisa Nûneran piştî êrîşa li ser avahiya Capitolê, tawana “arandina li ser tundiyê” raberî serokê têkçûyî Donald Trump kiribû û hemû endamên demokrat û 10 komarparêzan destek da dûrxistina wî.

Ji bo parastina merasîma sondxwarinê ya serokê nû Jeo Biden jî, Pelosi da xuyakirin ku, generalekî malnişîn ku berê hemahengiya operasyonên leşkerî kiriye, dê serpereştiya ewlehiya Kongresê bike.

Li aliyekî din serokê nû yê DYA Joe Biden xwe ji bo merasîma dewirgirtina erkê serokatiyê re amade dike.

Di plana ku hatî danîn de demokrat dixwazin hem serkeftina xwe û hem jî çûyîna Trump bi şahiyek rengîn pîroz bikin.

Di vê navberê de, li paytext Waşhîngtonê tevgera Parêzvanên Netewî zêde bûye.

Li ber avahiya Kongreyê nobed tê girtin û maşîneyên leşkerî tên xuyakirin.

Back to top button