Li Hemayê 6 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê li rojvayê Hemayê hatin kuştin. Li Çolistanê Sûriyê jî ku DAIŞê ew kiriye navenda êrîşên xwe yên nû, balafirên Rûsî zêdeyî 65 êrîşên asîmanî di 24 seatên dawî de pêk anîne.

Him li Çolisatana Sûriyê û him li Idlib û Hemayê şer û êrîş li dar in.

Li Hemayê navgînên ragihandinê ragihand ku, êvara Înê dema ku hêzên hikumetê hewl da derbasî Eniyên El-Enkawî yên li rojavayê Hemayê bibin, çeteyan êrîşî wan kir.

Di encama êrîşê de, 6 leşkerên hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li Cebel El-Zawiyê êrîşî hev kir

Di hamna demê de jî, Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh di seatên şevê de, hêzên hikumeta Şamê bi giranî nuqteyên çeteyên Tirkiyê yên li Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.

Çavdêriyê her wiha diyar kir ku hêzên hikumetê deverên çeteyan li gundewarên başûrê Idlibê jî kirin armanc.

Hemwextî van êrîşan, dronên Rûsyayê li asîmanê devera qaşo “bêçek” digeriyan.

Balafirên Rûsî zêdeyî 65 êrîşên asmanî li Çolistana Sûriyê pêk anîn

Li Çolistana Sûriyê jî ku êdî veguheriye sêgoşeyeke mirinê, DAIŞê zorî daye êrîşên xwe, Rûsya jî ketiye tevgerê.

Li gorî heman çavkaniyê, di 24 seatên dawî de, balafirên Rûsî bi zêdeyî 65 êrîşên asîmanî li ser nuqteyên çeteyên DAIŞ’ê li Çolistana Sûrî pêk anîn.

Ev êrîş bi 3 balafiran û bi taybet li Heleb, Hema, Reqa û hin deverên din pêk hatin.

Çavdêriyê her wiha anî ziman ku di encama êrîşan de, kuştî û birîndar hene, lê heta niha ti agahiyên zelal nehatine diyarkirin.

Back to top button