Di sala 2020’an de 1005 leşkerên Tirk hatin kuştin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bîlançoya şer a sala 2020’an eşkere kir.
Fermandariyê ragihand ku di encama çalakiyên gerîla de 1005 leşkerên Tirk hatine cezakirin.
Fermandariya Biryargeha NPG’ê got ku wê hertim gerîla ji hêviyên şehîdên leheng û Rêbertiyê re bibin bersiv.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyeke niviskî bîlançoya şerê sala 2020’an eşkere kir.

Fermandariyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku sala 2020’an di dîroka berxwedanê ya gelê Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e.

Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a mêtinger ku heta niha li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi tecrûbeya xwe ya ji 36 salan zêdetir têkneçûyina xwe ispat kiriye.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê destnîşan kir ku yekane rastiya krîza aborî, leşkerî, siyasî ya mêtingeriya Tirk bêguman pêvajoya berxwedanê ye ku Têkoşîna Azadiya Kurdistanê geş kiriye.

“Di 2020’an de li bakurê Kurdistanê berxwedaneke dîrokî hate kirin”

NPG’ê got ku di 2020’an de li Bakurê Kurdistanê berxwedaniyeke dîrokî hatiye kirin û ev agahî dan:

Artêşa Tirk ser Bakurê Kurdistanê 92 operasyon, 329 êrîşên hewayî û 23 caran êrîşên bi topan pêk anîne.

Gerîla jî di nav sînorên Bakurê Kurdsitanê de li dijî dijminê mêtinger 82 çalakî kirine û tê de 369 leşker hatine cezakirin.

“Li qadên parastinê yên Medyayê 636 leşker hatine cezakirin”

Derbarê êrîşên ser Qadên Parastinê yên Medyayê û xaka Başûrê Kurdistanê jî, Fermandariya Biryargeha NPG’ê ev agahî dan:

Artêşa Tirk li Qadên Parastinê yên Medyayê 30 operasyonên bejahî, 1260 êrîşên hewayî û 183 êrîşên bi topan pêk anîne.

Gerîlayan jî li dijî artêşa Tirk 315 çalakî kirine ku tê de 636 leşker hatine cezakirin.

Di sala 2020’an de 1005 leşkerên Tirk hatine cezakirin

Li gorî Fermandariya Biryargeha NPG’ê bîlançoya giştî ya şer a sala 2020’an wiha ye:

Êrîşên artêşa Tirk:

122 operasyonên bejahî

1589 êrîşên hewayî

206 êrîşên hewan, obus û tankan

Çalakiyên Gerîla:

Gerîla 397 çalakî pêk anîn

1005 leşkerên dijmin hatin kuştin

105 leşkerên dijmin birîndar bûn

21 wesayîtên leşkerî teqandin

3 Dron hatin xistin

Helîkopterek hat rûxandin

10 gerîla dîl ketin destê dijmin

358 gerîla şehîd bûn

Wê gerîla ji hêviyên şehîdên leheng û rêbertiyê re bibin bersiv

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di dawiya daxuyaniya xwe de got:

“Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku li herêmê bûye hêviyan gelan, di pêvajoya dîrokî de ya li pêş me wê bi mîsogerî bi rola xwe rabe, wê ji hêviyên şehîdên me yên leheng û Rêbertiya me re bibin bersiv.”

 

Back to top button