Bi nêzîkbûna salavegera 3. a êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Efrînê, Saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî ên li Efrînê bi daxuyaniyekê, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin.
Endamên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî yên Efrînê li kampa Sardemê a li Şehbayê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku dagirkeriya Tirk bi 73 balafirên şer û bi komên çeteyên ku piraniya wan endamên DAIŞ’ê ne, êrîşî bajarê aştî û ewlehiyê yê ku bi hezaran Sûriyan hembêz dikir, kir.
Rêxistin û partiyan, êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin û destnîşan kirin ku şêniyên Efrînê di 58 rojan de berxwedaniyeke dîrokî li hember arteşa herî bihêz di NATO kirin.
Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku bi erka xwe ya exlaqî rabin û zextê li dewleta Tirk bikin da ku dawî li dagirkeriya li Efrînê bîne û şêniyan vegerin warê xwe.