Dagirkeran ji navçeya Mabata ya Efrînê sivîlekî 25 salî revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker, sivîlekî 25 salî ji navçeya Mabata ya Efrînê revand.

Rêxistina Mafên mirovan a Efrînê Sûrî ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Ebidelqadêr Mistefa Xelîl yê ji gundê Mîrkan a Mabata revand.

Çeteyan ji bo standina pereyan beriya du rojan Xelîl revand û heya niha çarenûsa wê ne diyare

Li bajarê Efrînê û bajarokê Basutê, çeteyan zarokên di navbera 10-11 salî de dixapînin û medeyên hişbirê didin wan.
Tîrmeha sala borî, malbateke çeteyan kargehek ji bo çêkirina medeyên hişbirê li navçeya Şera vekirine.

Back to top button