Sky Barclay: Sêcên dewleta Tirk û çeteyên DAIŞ’ê yek in

Rêxistina Free Burma Rangers diyar kir ku sûcên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî mîna sûcên DAIŞ`ê ne, bang li hikumeta Amerîkayê jî kir ku herêmê ji şeran biparêze.

Endamê rêxistinê Sky Barclay ji ANHA`yê re axiv û got:
” Rêxistinê roleke sereke di piştgiriya sivîlên li eniyên şer yên li bakur û rojhilatê Sûriyê de lîst.”

Sky Barclay da zanîn ku wan wekî rêxistina Free Burma Rangers dît ku sûcên dewleta Tirk û sûcên DAIŞ`ê yên li dijî sivîlan yek in.

Sky Barclay bang li hikumeta Amerîkayê kir ku sivîlên li Rojava û herêmê ji şeran biparêze da ku şênî di nava ewlehiyê de bijîn.

Rêxistina Free Burma Rangers ya Amerîkayê, rêxistinek ne girêdayî hikumetê ye û 2 sal in li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixebite.

Erkê rêxistinê, derbasî herêmên şer û eniyên şer bibe da ku alîkariya sivîlan bike.

Back to top button