Bi sedan şêniyên Keldanî li Dêrikê cenazeyê şervana Hêzên Sotoro, şehîd Alerya Yeqûb oxir kir.
Li bajarê Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo, bi sedan Keldanî, Hêzên Sotoro û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ber bi mala şehîd Alerya Yeqûb de çûn da ku cenazeyê wê bigirin.
Piştre berê xwe dan Dêra Mar Cercis a Keldanî da ku nimêjê bikin.
Piştî nimêj bi dawî bû, şêniyan berê xwe da Goristana Mar Yeqûb a Keldanî û bi zimanî keldanî dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re cenazeyê şehîd Alerya oxir kir.
Şehîd Alerya Yeqûb bi nasnav Aştar di 15`ê Çileyê de, di encama kirîza dil de, şehîd bû.