Bîlançoya miriyên erdheja li Endonezya zêde dibe

Bîlançoya miriyên erdheja li Endonezya zêde dibe. Ji ber erdheja li bajarê Majene ku doh rûdayî jimara miriyan gihişt 46’an.

Doh li bajarê Majene yê eyaleta Sulawesî ya Rojava ya Endonezya bi pileya 6,2 erdhejek pêk hat.

Li gorî daxuyaniya ji welat, 15 hezar kes li cihên ewle hatine bicihkirin.

Li Manuju 37 û li Majene jî 9 kes ji ber erdhejê mirin.

Bi vê re jimara kesên ji ber erdhejê mirine derket 46’an û 826 kes jî birîndar bûne.

Her wiha 415 avahiyan jî ziyan dîtine.

Back to top button