Yemen..Zarokên li kampa Marib ji bo xwendinê her tiştî dikin

Ji 2011’an ve li Yemenê jiyan di nava şer, alozî û koçberiyê de derbas dibe. Koçberiya di nava welat de yek ji şertên herî zehmet yên jiyana Yemeniyane.

Lê yên herî zêde ji vê yekê bandor bûne jî zarokin. Ew jî ji bo bixwînin hemû zehmetî dane berçavan.

Di nava xaka welatê xwe de koçberbûyîn, dibe ku yek ji êşên herî zor be.

Lê jiyan didome û ya tê kirin hewildanên xwe li ser lingan girtin e.

Ev der kampa Ruma-îla ango binavê xwe yê din El Quoze ya li Yemenê ye.

Li vir tevî zorî û zehmetiyên şerê navxweyî yê ji sala 2011’an ve despê kirî, welatî bi metirsiya vîrûsa Corona re jî rûbirû ne.

Ev dibistan, li herêma Marib ya 120 km li rojavayê patext Senaa dikeve.

Zarok ji bo xwendina xwe bikin, di bin çadiran de kom dibin.

Heta gotina çadir jî ji bo vê pir zêde ye.

Ji ber ku ya heyî tenê çend paç û laylun bi heve hatine dirutin û weke konekê lê hatiye kirin.

Li kampê bi qasî 430 malbatên ku piraniya wan ji rojavayê Hudeydah hene. الحديدة

200 zarok jî bi rêya dibistanê dixwazin perwerda xwe bidomînin.

Rêveberê dibistana El Ensar Emîn Abdullah li ser rewşa xwedevanan axivî.

Em ref û avahiyan dixwazin.

Em ji her kesê hevkarî dixwazin.

Êdî herkes bê mûçe kar dike.

Rêveberê kampê Muhemed Mubarek jî li ser jimara xwendevanan agahî da.

Li vê kampê 900 xwendevanên keç û xurt hene.

Hinek ji wan di nava zor û zehmetiyê de diçin dibistanên din.

UNICEF: Nêzî 8 milyon zarok li Yemenê ji mafê perwerdê bêparin

Li gorî rapora Fona Zarokan a NY (UNICEF) ku di Kanûna 2020’an de weşandî, ji ber vîrûsê li welat 2 milyon zarok ji perwerdê bûne û bi vê re jimara zarokên bê perwerde mayî gihiştiye 7,8 milyonî.

Ji ber şerê dirêj yê salane li Yemenê û bênirxbûna pereyê welat, krîza aborî her tişt xistiye nava zoriyê.

UNICEF di rapora xwe ya meha Cotmehê de jî diyar kiribû ji ber şert û mercên krîza aborî zarok li gorî tê xwestin xwedînabin û ji 5 zarokan yek bilez binexweşiyê dikeve.

NY: Zêdeyî 24 milyon Yemenî pêwistiya xwe bi alîkariyê heye

Li gorî daneyên Komseriya Bilind ya Koçberan a NY ji ber şerê di navbera Husî û artêşa Yemenê de, zêdeyî 3,6 milyon Yemenî ji cih û warê xwe koçber bûne.

Her wiha zêdeyî 24 milyonan jî pêwistiya wan bi alîkariyê heye.

Back to top button