Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dijî êrîşên Tirkiyê meşiyan

Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dijî êrîşên Tirkiyê yên ser Eyn Îsayê meşiyan û soza piştgiriya QSD’ê da.

Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên dijî Eyn Îsayê meşek organîze kir.

Bi sedan şêniyên navçeya Sirînê li ber têketina navçeyê ya bakur tevlî meşa bûn.

Meş li pêşiya Şaredariya Gel veguhirî mîtîngê.

Serokê Nivîsgeha Ciwanên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê ya herêma Firatê Lawîn Derwîş daxuyaniyek xwend.

Lawîn Derwîş êrîşên domdar ên dijî navçeya Eyn Îsayê di nav bêdengiya navnetewî de şermezar kirin.

Lawîn Derwîş anî ziman ku ew berxwedana hêzên di eniyên şer de silav dikin û soza piştgiriya QSD’ê da.

Back to top button