NY: Li seranserê cihanê jimara koçberan gihiştiye 281 milyonî

Neteweyên Yekbûyî ragihand ku li seranserê cîhanê hejmara penaberan gihiştiye 281 milyon kesî.

Raportora Rêxistina Koç ya ser bi Neteweyên Yekbûyî bi daxuyaniyekê hejmara penaberên li seranserê cîhanê eşkere kir.

Li gorî wê di sala 2020’an de hejmara penaberan gihiştiye 281 milyon kes.

Di nava salên 2000 û 2020’an de hejmara penaberan dûqat zêde bûye.

Yan di navbera van salane de hejmara penaberan ji 17 milyonî gihiştiye 34 milyonî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, di nav salên dawî de ji ber qeyran, şer û nexweşiyê her ku diçe jimara penaberan zêde dibe.

Back to top button