Serokê Filstînê Mehmud Ebas biryara pêkhatina hilbijartinê îmze kir

Piştî 14 salan li Filistînê biryara pêkhatina hilbijartinê hate dayîn.
Serokê Flistînê Mehmud Ebas biryara hilbijartina parlamentoyê di meha Gulan û ya serokatiyê jî di meha Tîrmehê de îmze kir.

Li gorî nûçeya Ajansa farmî ya Filistîn WAFA, Serokê Filistînê Mehmud Ebas li bajarê Ramalah yê Şerîa ya Rojava ku dibin dagirkeriyê de ye, bi serokê Komîteya Hilbijartina Giştî ya Filistîn Hena Nasir re civiya.

Di civînê de, Ebas kaxeza ku tê de hatiye nivîsandin, hilbijartina parlamentoyê wê di 22 Gulan 2021 û hilbijartina serokatî ku wê 31’ê Tîrmeha 2021’an pêk were radestî Nasir kir.

Hilbijartina serokatî û parlamenê ku wê piştî 14 salan pêk were, ji aliyê komên siyasî yên li welat ve bi keyfxweşî hate pêşwazîkirin.

Back to top button