Armin Laschet êdî serokê partiya CDU ye

Xelîfê serokwezîr û seroka Partiya Yekîtiya Demokratên Xiristiyan (CDU) Angela Merkel diyar bû.
Armin Laschet êdî serokê partiya CDU ye.

Laschet ji 2017’an ve serokwezîrtiya yek ji eyaleta herî qerebalix ya Bakurê Ren Vestfalya ya Almanya dikir.

Partiya CDU bi rêya vîdeo konferansê, Kongra xwe lidar xistî.

Piştî tora yekemîn Norbert Röttgen biser neket Armin Laschet û Friedrich Merz di tora 2. de ketin pêşbaziyê.

Leschet 521 û Merz ji 466 delege qezenc kirin.

Bi vê yekê re Leschet bû serokê nû yê partiyê.

Merkel di hilbijartinê de namzetiya xwe nedanîbû.

Back to top button