Amerîka wezîrê Hindir ê Kuba xist lîsteya danekirinan

Rêveberiya DYA bi hinceta “binpêkirinên mafê mirovan yên cidî” Wezareta Hindir a Kuba û Wezîrê Karê Hindirîn Casasî xist lîsteya danekirinan.

Di daxuyaniya ji aliyê Wezareta Xezîneya Gencîneyê ya DYA ve hatî dayîn de, navê Wezîrê Karê Hindirîn yê Kuba Lazaro Alberto Alvarez Casasî li lîsteya Nivîsgeha Parastina Samanên Biyanî (OFAC) hatiye zêdekirin.

Wezaretê di daxuyaniya dayî de sedemê cezakirinê jî bi hinceta “bi awayekî cidî binpêkirina mafê mirovan” hatiye diyarkirin.

Wezîrê Gencîneya DYA Steven Mnuchin îdia kir ku deshilata Kuba xwedî dîrokek dirêj ya binpêkirina mafê mirovane.

Mnuchin diyar kir ku ji bo Kuba û welatên din yên mafê mirovan lê tê binpêkirin ewê şopîner bin û hemû derfetên xwe bikar bînin.

11’ê Çileyê jî Rêveberiya Serokê Amerîka Donald Trump, Kuba xist nava “lîsteya welatên piştevaniya Terorê dike”.

Wezîrê Karê Derve yê DYA Mike Pompeo di daxuyaniya nivîskî ya weşandî de îdia kiribû ku Kuba derfetan ji terorîstan re peyda dike û ew weke welatê piştevaniyê dide terorê binav kir.

Back to top button