Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd: Em li gorî protokolên ku bi NY’yê re îmze kirine tevdigerin

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd diyar kir ku gotegotên ku hin alî belav dikin û dibêjin ku QSD’ê zarokên jêrî 18 salî tevlî xwe dikin derewin û diyar ku ew li gorî protokolên NY tevdigirin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd derbarê gotegotên reşkirinê û şerê taybet ser herêmê ji ajansa Hawarê re axivî.

Nûrî Mehmûd got:

“Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser asta herêmê û tevahî cîhanê gihiştiye pêvajoyeke mezin û di têkoşîna şoreşgerî ya mirovî li ser asta cîhanê pêşeng e.

Ji ber vê yekê li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji navendên şerê taybet ve hemleyên reşkirinê têne kirin.”

Mehmûd derbarê mijra zarokan de destnîşna kir ku zarok pêşeroja civakê ne û ji ber vê yekê nabe tu kesî nêzî zarokên kêmî 18 salî bibin.

Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd anî ziman ku li dijî îdiayên derew, divê gel hişyar be û ji van siyasetan, têgihiştî be.

Nûrî Mehmûd teqez kir ku ew nahêlin zarok tevlê wan bibin û ew li gorî protokolên ku bi NY’yê re îmze kirine tevdigerin.

Back to top button