Dewleta Tirk li nêzî Eyn Îsayê bircekî din a çavdêriyê ava kir

Dewleta Tirk a dagirker di nava 2 heteyan de li ser rêya M4 ya rojavayê Eyn Îsayê, li baregeha xwe ya leşkerî bircekî din a çavdêriyê, ava kir.

Dewleta Tirk a dagirker li bakurê gundê Muelek ku 500 metre ji bakurê rêya M4 dûr e, 2 baregeh ava kirine, tê de radar, alavên leşkerî, çekên giran hene û li derdora baregehê stirên axê hene.

Dagirkeran, şeva berê li baregeha ku 3 kîlometre dûrî Eyn Îsayê ye, bircekî çavdêriyê ya bilind çêkir, da ku tevgerên li ser rêya M4 û başûrê wê bişopîne.

Baregeha leşkerî ya dewleta Tirk bi kîlometreyekê dûrî nuqteya hevbeş a QSD’ê, hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê, ya li ser rêya başûrê rêya M4 e.

Dewleta Tirk a dagirker avakirina baregeha leşkerî ya ku bi 2 kîlometere li nêzî gundê Seyda ye, 23’ê Mijdara par bi dawî kir.

Ji wê baregehê de, sivîla dike hedef xwe û her bajarokê Eyn Îsa û gundên wê topbaran dike.

Back to top button