Mûşekên Îranî li nêzî 2 keştiyên Amerîkî ketin

Mûşekên Îranê, nêzî 2 keştiyên Amerîkî yên li Oqyanosa Hindî, ketin.

Ajansa nûçeyan a Amrîkî Fox Newsê ragihand, ku gelek mûşekên Îranê yên dûr-avêj li nêzî keştiyek bazirganiyê ya li Oqyanosa Hindî, ketin.

Ajansê diyar kir ku ew keştî, 100 mîlî dûrî keştiya balafiran “Nimitz” (نيميتز) a Amerîkî, bû.

Li gorî belgekirina amûrên çavdêriyê yên Amerîkayê, ew mûşek ji aliyê Îranê ve hatine avêtin.

Back to top button