Greva birçîbûnê li zîndanê Tirkî,Mexmûr,Yewnanistanê berdewam dike

Çalakiyên greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, li zîndanê Tirkiye, Mexmûr ûYewnanîstanê berdewam dikin.

Greva birçîbûnê ya li zîndanên Tirkiyê a bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, di roja 52’an de bi koma 11’an didome.

Li Mexmûrê jî, çalakiya li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê kete roja 31’ê de.

Li wargeha Lavrîo yaYewnanîstanê, bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê ev 14 roj in grev berdewam dike.

Girtiyên siyasî yên li zîndana Ûrmiyê jî dest bi greva birçîbûnê kirin

Di çarçoveya xwedîderketina çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê, 17 girtiyên siyasî ji bo rojekê dest bi grevê kirin.

Esîn Çelîk: Heta tecrîd bi dawî nebe wê grevên birçîbûnê dewam bikin

Hevseroka Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmarayê Esîn Çelîk destnîşan kir ku girtî peyama wê yekê didin, ku heta tecrîd bê şikandin wê çalakiya xwe dewam bikin û got;

“Di aliyê siyasi de gav nayê avêtin, berevajî cezayê disiplinê tên dayîn. Girtî bi hinceta şewbê nikarin malbatên xwe bibînin.

Tevî hemû xeteriya girtî eşkere dikin ku ew bi biryar in û di peyamên xwe de yên bi rêya malbatan gihandine me, daxwaza piştevaniyê dikin.”

Back to top button