Li paytexta wîlayeta rojavayê Darfor Cenîneyê, 48 kes di encama şerê di navbera êlên binakok de hatin kuştin.
Li gorî agahiyan, duh li derdora leşkergeha Kirîndiq û Ebû Zir ên penaberan, êline binakok kelêş û çekên giran li dijî hev bi kar anîn.
Di encama wê de, 48 kes hatin kuştin, zêdeyî 97 birîndar bûne û bi dehan avahî hatin şewitandin.
Li gorî Ajansa Sûdanî, pevçûnan ji ber pevketina 2 kesan ku ji êline binakon in, rû daye.
Komîteya bijîşkan pêşbînî dike ku jimara qurbanan bilind bibe û da zanîn ku tîmên tenduristiyê digel kêmbûna karbidestan, birîndaran derman dikin.
Piştî ragihandina qedexeya derketina derve jî, tevlîhevî li bajêr hê jî heye.