Fransa: Divê Îran û Amerîka li peymana nuklerî ya 2015’an vegerin

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian li ser dewlemendkirina Îran a rêjeyên uranyomê, banga vegera li peymana nuklerî ya 2015’an kir.

Jean-Yves Le Drian da xuyakirin ku Îran bi dewlemendkirina uranyomê, dixwaze hêzeke nuklerî bi dest bixe û anî ziman ku, divê Îran û Amerîka bi “serokatiya xwe ya nû” li peymana nuklerî ya sala 2015’an vegerin.

Wezîrê Frasnî destnîşan kir ku, tenê vegera li peymanê têrê nake, divê mijara mûşekên palistî û çalakiyên Îran ên ewletêkber jî werin nîqaşkirin.

Li groî ragihandina Israîlî, rêveberiya Jeo Biden berpirsiyarine Israîlî agahdar kirine ku wan der barê vegera li peymanê de, digel rayedarên Îranî dest bi peywendiyan kiriye.

Agahdariya rêveberiya Biden, hemwextî ku Israîl taximekî ji bo diyalogên li ser bernameya Îran a nuklerî ava dike, tê.

Back to top button