Rêveberiya firinan wê pirsgirêka nan di demek nêz de çareser bike

Ji bo çareserkirina aloziya nan li herêma Cizîrê, rêveberiya firinan diyar kir ku pirsgirêka nan dê di demeke nêz de were çareserkirin.

Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Firinan a herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed da zanîn ku piştî xwediyên firinên taybet karê xwe betal kir, ew bi wan re civiyan da ku çareseriyekê ji pirsgirêkên wan re bibînin.

Mihemed diyar kir ku ew pêşniyarên xwediyê firinan jî tev li lêkolînên xwe, rakirine Desteya Aborî ya herêma Cizîrê û got:

“Daxwazên xwediyê firinan ew bûn ku nirxê heyî nema têra wan dike ango têra pêdiviyên wan ê jiyanî nake.”

Bi sekinandina firneyên taybet, firneya giştî ya Qamişloyê ji ber pirsgirêkan beşeke wê hate rawestandin, lê 15ê mehê pirsgirêk hate çareserkirin.”

Mihemed da zanîn ku wê îro firneyên taybet werin vekirin; heta ku encamên lêkolînê û pêşniyarên xwediyên firneyan derkevin.

Back to top button