Qonaxa duyemîn a pêngava Kongra Star a bi dirûşma “Na ji komkujî û dagirkeriyê re, em ê jin û jiyanê biparêzin” dest pê kir.
Komîteya Amadekar a Çalakiyên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyeke qonaxa duyemîn a pêngava xwe ragihand.
Komîteyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser armanca qonaxa duyemîn a pêngavê û got:
“Armanca me bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkirinê û komkujiyê û xurtkirina têkoşînê li dijî vê zîhniyet û sîsteman e.
Her wiha ji nû ve parastina jinan û xwezayê û rêgezên mirovî, bi rêya perwerde û zanebûnê li ser hemû astên siyasî, civakî, aborî û çandî bikin.”
Komîteyê destnîşan kir ku pêngav wê ji 17’ê Çileyê heya 17’ê Nîsanê, bi bernameyeke berfireh ji aliyê 30 rêxistin û tevgerên jinan ve were birêvebirin.