Êzidî çalakiya konvedanê di roja 47’an de didomînin

Li dijî planên ser Şengalê, Êzidî çalakiya konvedanê ya ji bo piştgiriya asayîşa Êzidxanê didomînin. Ji bo naskirina statuya xweser a Şengalê li bajarê Hannover a Almanyayê ji bo du hefteyan çalakiya bi kon hate destpêkirin.

Welatiyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê,bi armanca pişgirîdayîna Asayîşa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayîş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 47’an de berdewam dike.

Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.

Çalakvanan şevê din heta derengiya şevê ji bo piştgirîdana asayîşa xwe li ber strananan govend gerandin.

Yek ji Rûspiyên Êzidxanê Xelef Talan axivî û got ku ew ê li pey mafên xwe bin û ew ê careke din serê xwe ji ti kesî re netewîn in.

Li bajarê Hannover a Almanyayê ji bo du hefteyan çalakiya bi kon hate destpêkirin

Ji bo naskirina statuya xweser a Şengalê li bajarê Hannover a Almanyayê ji bo du hefteyan çalakiya bi kon hate destpêkirin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin kesên di 3’ê Tebaxa 2014’an de rê li ber qirkirina Êzidiyan vekirin a niha jî di navbera Bexda û Enqeryê de peymanek çêkirin û ev peyman li ser daxwaza dewleta AKP’ê hatiye kirin.

Di çalakiyê de hate gotin ku Şengal tê wateya dîroka Kurdan. Xwedîlêderketina Şengalê tê wateya xwedîlêderketina dîroka Kurdan. Ev berxwedan wê îxanetê biqedîne.

Back to top button