Li gundekî Şengalê mayînek teqiya, 8 leşkerên Iraqê û sivîlek mirin

Îro li gundekî Şengalê mayînek teqiya û di encamê de 8 leşkerên Iraqê û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan.

Li gundê Şerayhî yê dikeve Bakurê Til’fer, dema ku leşkerên Iraqê hewl didan mayînê bê bandor bikin, teqîn rû da.

Li gorî çavkaniyên herêmî di teqînê de 8 leşkerên Iraqê û sivîlekî jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî texmînan DAIŞ’ê dema herêm dagir kiribû, ev mayîn bi cih kiriye.

Back to top button