Artêşa Tirk li navçeya Til Temir û Zirganê sewqiyatên leşkerî pêk tîne

Ligel êrîşên rojane yên li ser Eyn Îsayê, artêşa Tirk li navçeya Til Temir û Zirganê sewqiyatên leşkerî pêk tîne.

Çavkaniyekî leşkerî eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker li gundê Til Menax ê di navbera navçeyên Til Temir û Zirganê de, sewqiyatên leşkeri pêk tîne.

Heman çavkanî ragihand ku artêşa Tirk a dagirker satirên axî ji ser girê gundê Menax rakirin û tankên xwe lê bi cih kirin.

Ev sewqiyat hemwextî zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gundên Til Temir û Zirganê pêk tê.

Back to top button