“Divê civaka navnetewî li dijî êrîşan bikeve nava tevgerê”

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê û Meclisa Ciwanên Firatê li Dêrazorê bi daxuyaniyên cuda êrişên domdar ên artêşa Tirk a dagirker ên li ser navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî êrişên li ser sivîlan tavilê bikevin nava tevgerê.

Bi dewamkirina êrîşên dagirkeriya Dewleta Tirk li ser herêmê re, bertekên gelê herêmê jî zêde dibin.

Ji bo şermezarkirina êrîşan Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Eyn Îsayê daxuyaniyek da, diyar kir ku ev êriş li gel paşguhkirina civaka naveteweyî û Rûsyayê pêk tên.

Mcelisê destdirêjiya çeteyên dewleta Tirk a li gorên şehîdan ên li herêmên dagirkirî şermezar kir û ev yek bi kiryareke ne-exlaqî bi nav kir.

Di dawiya daxuyaniyê de berxwedana şervanên QSD’ê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate silavkirin û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku li hemberî êriş û destdirêjiyên li ser herêmê tavilê bikeve nava tevgerê.

Meclîsa Ciwanên Firatê: Em ê li dijî êrîşan li pişt QSD’ê bin

Meclisa Ciwanên Firatê jî li bajarokê Ebû Hemam ê rojhilatê Dêrazorê bi heman armacê daxuyaniyek da.

Di daxuyaiyê de berdewamkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî hat şermezar-kirin.

Meclisê îşaret bi dirêjbûna aloziya Sûriyê kir û got, hin aliyên navdewletî tenê siyasetên ku dikevin xizmeta berjewendiyên wan dimeşînin.

Meclisa Ciwanên Firatê dawiyê destnîşankirin ku ewê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li kêleka QSD’ê bin, her wiha bang civaka navnetewî hat kirin li hember êrişan helwesteke cidî bigirin.

Back to top button