Almanya darizandina 3 çeteyên DAIŞ’ê asteng kir

Her çiqasî welatê cîhanê li ser metirsiya hebûna DAIŞ’ê hemfikirin, lê dema mijar dibe darizandin her kes bêdeng dibe.
Bi hevkariya Amerîka sê çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên Almanyayê yên di destê QSD’ê de ji bo darizandinê şandibûn Almanyayê.
Derket holê ku rêveberiya Berlînê nehiştiye ku ev çete werin darizandin.

Kovara nûçeyan a Almanyayê Der Spîegel li ser malpera xwe, nûçeyek weşand û diyar kir ku endamên DAIŞ’ê Yûnûs Emre Sakarya, Mûhammed Zammar û Ogûz G. ên di destê hêzên YPG û QSD’ê de, ji aliyê saziya îstîxbaratê ya DYA’yê FBI ve hatine lêpirsîn.

Di lêpirsînan de van çeteyan li ser êrîşên terorê agahiyên girîng dan û rêveberiya Amerîka ji bo van hemwelatiyên Almanyayê têkilî bi hikumeta wê re danî.

Li gorî nûçeyê rêveberiya DYA bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re peymanek çêkiriye, ev çeteyên DAIŞ’ê ji ser Başûrê Kurdistanê birine Almanyayê û biryar daye ku wan darizîne.

Amerîka ji bo vî tiştî jî bi rêveberiya Berlînê re rûniştiye.

Li gorî îdîaya Der Spîegel hikumeta federal a di bin serokwezîriya Angela Merkel de berê ji bo anîna Mûhammed Haydar Zammar û Yûnûs Emre Sakarya gotiye erê lê piştre dev jê berdaye.

Di heman nûçeyê de hate diyarkirin ku li girtîgehên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 74 çeteyên DAIŞ’ê yên hemwelatiyên Almanya hene.

Yûnûs Emre Sakarya li Tirkiyê tevî polîsên tevgera taybet û leşkeran bûbûn şîrket, çek û malzemeyên leşkerî ji DAIŞ’ê re dişand.

Sakarya ji Kolnê tevî nav çeteyan bû û beşdarî êrîşa terorî ya li dijî Konsolosxaneya DYA’yê ya li Bangaziyê bûbû.

Mûhammed Haydar Zammar jî yek ji koma êrîşa terorî ya di 11’ê Îlona 2001’an de ye ya ku li DYE’yê pêk hatibû.

Ogûz G. ê ku di Cotmeha 2017’an de di dema rizgariya Reqayê de hatibû girtin, agahiyên veşartî dabû QSD’ê û bi vê agahiyê re pêşiya êrîşeke terorî ya li Almanyayê hatibû girtin.

Ajansa Nûçeyan a Firatê beriya niha jî li xwe mukurhatinên van çeteyan bi raya giştî re parve kiribû.

Back to top button