Li 50 eyaletên DYA’ê li dijî xwepêşandanên biçek leşker di alarmê de ne

Tevî alozî û metirsiya li nava DYA Joe Biden xwe ji bo merasîma dewirgirtina erka serokatiyê amade dike.
Lê li paytext Waşîngton jî di nav de li 50 eyaleta alarm heye.
Tevgera leşkerî ya nava welat zêde bûye û Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) hişyariya xwepêşandanên biçek dide.
Piştî torên civakî Trump derbe jî ji Wezareta Parastinê Pentegonê xwar.
Pentegonê ragihand ku wê ji bo xatirxwastina Trump ti merasîmek leşkerî pêk neyê.

Ji bo dewirgirtin û merasîma sondxwarina serokatiya welatî li DYA tenê 3 roj mane.

Joe Biden yê xwe ji serokatiya welat re amade kirî dixwaze serkeftina xwe bi şahiyeke cihêreng pîroz bike.

Lê axaftin û sorkirina Donald Trump ya ji bo aligirên wê, rewşa li welat xistiye nava aloziyê.

Li derdora avahiya Kongrê sewqiyata hêzên Parastina Netewî tên zêdekirin.

Li paytext Waşîngtonê 50 eyaletên din yên DYA beriya merasîma sondxwarina Biden tevdîrên ewlekariyê tên zêdekirin.

Buroya Lêpirsînê ya Federal (FBI) ji bo merasîma roja çarşemê baş derbas bibe, di nava tevgerê de ye.

FBI hişyariya lidarixistina xwepêşandanên biçek li eyaletên DYA da.

Di vê navberê de, Biden ji bo polîtîkayên Trump dayî avakirin bide guhertin, planên xwe eşkere kir.

Li gorî çapemeniya welat, Biden bi avêtina lingê xwe ji Koşka Spî re wê gelek mijarên ku ji ber selefê wî ber bi têkdanê ve birî çareser bike.

Yek ji mijara herî sereke ya ku Biden ji wezîrên xwe bixwaze, çareseriyek bilez ya ji bo vîrûsa Corona ye.

Piştî bangên xwepêşandanên biçek yên roja Yeşemê li welat, metirsiya heyî zêdetir bû.

Pentegon: Wê ji bo xatirxwastina Trump merasîma leşkerî pêk neyê

Li aliyekî din Trump yê di her aliyê de bi tenê dimêne, piştî malperên civakî derbek jî ji Wezareta Parastinê Pentegonê xwar.

Pentegon ku ji bo her serokekî welat merasîma xatirxwestinê çêdikir wê ji bo Trump pêk neêne.

Sedemê vê yekê jî helwesta Trump ya sorkirina alîgirên xwe ji bo êrîşa li ser avahiya Kongrê hate destnîşankirin.

Back to top button