Li Quneytrayê…3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Quneytrayê, di encama êrîşekê li djiî rêbendeke hêzên hikûmeta Şamê de, 3 leşker hatin kuştin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, kesine nenas li dijî rêbendeke hêzên hikûmeta Şamê li gundê Ruweyhîna ya 2km dûrî Colanê, êrîşeke pêk anî.

Di encamê de, 3 leşker hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bû.

Beriya niha jî li heman parêzgehê, ji ber teqîna bombeyekê bi erebeyeke leşkerî ve, leşkerekî hikûmetê hatibû kuştin û 3 jî birîndar bûbûn.

Di encama teqîna mayîneke DAIŞ’ê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku di encama teqîna mayîna ku DAIŞ’ê li herêma Esriye yê li rojhilatê Hemayê danîne, leşkerekî hikumetê hat kuştin, 4 jî brîndar bûn.

Li çolistana Sûrî, beriya du rojan Hêzên hikumeta Şamê û Feyleqa 5`an a alîgirê Rûsyayê dest bi operasyona biewlekirina rêya Dêrazor-Humisê kir.

Operasyon piştî çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê ku gelek kemîn li ser rêyê pêk anîn, hate destpêkirin.

Çavdêriya Sûrî diyar kir ku li rojhilatê Humsê, duh di operesyonê de 10 endamên hêzên hikumetê û alîgerên wê di encama teqemeniyên ku çeteyên DAIŞ’ê danîbûn, hatin kuştin.

Back to top button