Almanya navbeynkariyê dike û Maas berî dide Enqereyê

Ji bo bidawîkirina aloziya navbera Yûnanistan û Tirkiyê, îro Duşemê, Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas berê xwe dide Enqereyê.

Heiko Maas dê bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlûd Çavişoglu re bicive.

Maas, di çarçoveya navbeynkariya welatê xwe ji bo çareserkirina vê aloziya de, Havîna par jî serdana Yûnanistan û Tirkiyê kiribû.

Biryar e her du welat 25’ê vê mehê, danûstandinan bidomînin.

Lê beriya destpêkirina van danûstandinan bi hefteyekê, Tirkiye jimarek fermanên deryayî, ji bo destnîşankirina cihên rahênana leşkerî yên bi çek li deryaya Îgayê, da.

Dewleta Tirk ragihand ku ev rahênan wê heta dawiya sala 2021 dewam bikin.

Di heman demê de, wezareta Parastinê ya Tirkiyê duh bi daxuyaniyekê ragihand, ku hin hêzên Azerbeycanê gihiştine parêzgeha Qaris a li bakur rojhilatê Tirkiyê û ew niha amadekariya rahênanên hevbeş li gel artêşa Tirk dikin.

Ev rahênan jî wê di navbera 1 û 12’ê Sibatê de pêk werin.

Back to top button