Foza Yûsif: Kongra Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir

Endama Desteya Hevseroktiya PYD’ê Foza Yûsif anî ziman ku Kongreya Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir. Foza behsa rewşa herêmên dagirkirî jî kir û bang li NY kir ku komîteyek ava bike û derbasî herêmên dagirkirî bibe, ji ber li wan herêman, sûcên mezin têne kirin.

Endama Desteya Hevseroktiya PYD’ê Foza Yûsif, bi boneya salvegera 16. a Kongra Star da zanîn ku Kongra Star pêşengî ji ronesansa jinan re kir.

Foza Yûsif, bal kişand li ser rola Kongra Star di avakirina hişmendiya azadî ya Rêveberiya Xweser de, her wiha piştgiriya wê bi YPJ’ê re.

Foza Yûsif: Sala 2021’an em ê jinan bê hişmendiya azadiyê nehêlin

Foza, kuştin û xwekujiya jinan û tundiya li ser wan bi bîr xist û ji partiyên siyasî daxwaz kir ku xwe li hemberî kuştina jina berpirsyar bibînin, ji ber ku bi rola xwe ya guhertin û veguhertina hişmendiyê ranebûne.

Foza Yûsif: Divê NY komîteyekê bişîne herêmên dagirkirî û sûcan eşkere bike

Endama Desteya Hevseroktiya PYD’ê Foza Yûsif, destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî gelekî ji holê radike, jenosîdê li ser Kurdan û jinan dimeşîne,

Li gorî Foza, ev kirin asta herî mezin a faşîzmê ne, divê Tirkiyê bê dadgehkirin û rêxistinên ku bêdeng dimînin, teqez ew jî dibin hevkarên van sûcan..

Back to top button