Artêşa Iraqî: Operasyonên têkbirina bermahiyên terorîstan digel Sûriyê berdewam in

Berdevê Artêşa Iraqî Lîwa Yehya Resûl ragihand ku Serokwezîr Mistefa El-Kazimî ferman daye ku rêkarên kontrolkirina sînor digel Sûriyê werin girtin.

Yehya Reslûl da xuyakirin ku hêzên ewlehiyê di operasyonên xwe yên pêşwext de, girîngî daye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên derveyî kontrola hikûmeta Şamê.

Berdevkê artêşa Iraqî da zanîn ku operasyonên têkbirina bermahiyên terorîstan, bi Sûriyê re berdewam in.

Serokê Navenda Komarî ya Lêkolînên Siyasî Mutez Mihyedîn ji Rojnameya Şerq El-Ewsetê re diyar kir ku, ji ber dirêjahiya sînorê Sûrî-Iraqî, pêwîstî bi çavdêrî û konrtolkirinê heye.

Mutez Mihyedîn her wiha destnîşan kir ku, gelek bajar ne li jêr rêveberiya hikûmeta Şamê ne, lewre kontrolkirina sînor heta vê rojê pirsgirêkeke aloz maye, ji ber vê yekê pêdivî bi peymanekê heye.

Tevî ku li Iraq û Sûriyê DAIŞ di warî leşkerî de hatiye têkbirin jî, lê êrîşên şaneyên ya dawî heta vê rojê li herdu aliyan berdewam in.

Back to top button