Li Tûnisê..ji ber têkçûna aborî û siyasî, li 15 bajaran xwepêşandan li dar in

Ev çend roj in li Tûnisê, li dijî têkçûna rewşa aborî û aloziya siyasî ya li welêt, xwepêşandan li dar in. Ev xwepêşandan, tevî Tûnisa paytext, li 15 bajarên welêt belav dibin.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Tûnisê Mihemed Zekrî ji ajansa nûçeyan “Reuters”ê re diyar kir, ku yekîneyên artêşê li her çar bajarên Sûse, Silyane, El-Qesreyn û Binzert, ji bo parastina dezgehên hikumetê, belav dibin.

Şemiya borî, newaya xwepêşandanan pir bilind bû û li gelek deveran xwepêşanderan bi keviran êrîşî polîsan kir, yên dawî jî bi gaza rondikrêj û xertûmên avê, bersiv da.

Wezareta Hindirîn a Tûnisê ragihand, ku ji ber van pevçûnan, heta niha bêhtirî 240 kes hatine binçavkirin.

Back to top button