Xelkên Şengalê ji bo piştgiriya Asayîşa xwe ev 48 roj in li ser pêyan in.
Çalakiya xelkê Şengalê ya bi armanca piştgiriya Asayîşa Êzîdxanê û li dijî peymana Bexda û PDK hatiye destpêkirin, di roja xwe ya 48’an de berdewam dike.
Çalakiya ku bi dirûşmeya “Em hemû Asayîş in” hatiye destpêkirin ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve, li dar e.
Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê Berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo berxwedanê, tînin ziman.