Meclis destwerdanên Tirkiye û bikaranîna olê di siyasetê de red dike

Meclisa Fransî ya ola Islamê, bi awayekî fermî, rêgezên rêgirtina li pêş destwerdanên Tirkiye û redkirina keysbazkirina olê di berjewendiyên siyasî de, sepand.

Meclisê, her wiha, teqezî li ser lihevkirina ola Isalmê bi Ilmaniyê re û wekheviya her du zayendan jî kir.

Biryar e îro Parlamena Fransî, dest bi lêkolînkirina van rêgezên Meclisa Islamê bike.

Piştî kuştina Mamosteyekî Fransî û êrîşa li ser dêrekê li bajarê Nis ê Fransayê, Macron ragihand, ku ew ê hebûna 300 Îmamên biyanî li welêt, ku piraniya wan Tirk in û xwedan ramanên tundrew in, çareser bike.

Back to top button