Civîna salane ya duyemîn a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser destpê kir

Ji bo nirxandina xebatan û danîna projeyên sala 2021’an, Rêveberiya Xweser civîna salane ya 2. a Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Reqayê li dar dixe. 

Di civînê de, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mehbaş axivî.

El Mehbaş got:

“Bi saya vîna hemûyan, em gihaştin vê qonaxê, lê hîn gelek pêngav li pêşiya me hene, divê em wan jî derbas bikin.”

Tê payîn ku rewşa siyasî li herêmê were nîqaşkirin, xebat û destkeftiyên Rêveberiya Xweser di sala 2020’an de, zehmetiyên ku rastî saziyên Rêveberiyê hatine, werin nirxandin.

Her wiha pêşniyar, nirxandina xebatên sala derbasbûyî û projeyên xebatê 2021’an jî dê werin kirin.

Back to top button