Eyub Rebî: Tirkiyê baregehên leşkerî li bakurê Iraqê ava kirin û êrîşên esmanî pêk anîn

Parlamenterê Iraqî Eyub Rebî li ser hebûna baregehên dewleta Tirk yên li ser xaka Iraqê hişyarî da û got ku Başûrê Kurdistanê di bin gefa êrîşên Tirkiyê de ye.
Eyub Rebî got divê Iraq mijara destwerdana Tirkiyê bibe NY û Komkara Erebî.

Parlamenterê Iraqî û endamê Komîteya Ewlehiya parlamentoya Iraqê Eyub Rebî di hevpeyvînek xwe ya bi rojnameyek Fransî re, derbarê pîlanên serokomarê Tirkiyê Erdogan yên sala 2021’an axivî.

Parlamenterê Iraqî Eyub Rebî got ku di dema rejîma Baasê de, Tirkiye bi Sedam Hisên re lihevkiribû û got:

“Tirkiye bi Sedam Hisên re di nava çavçoveyek diyar de, ji bo ku bi PKK’ê re şer bike, li hev kiribû.

Lê Tirkiye bi hicetên cûda bi vê yekê ranewestiya.

Dewleta Tirk baregehên leşkerî li Bakurê Iraqê ava kirin û êrîşên esmanî pêk anîn.”

Eyub Rebî: Iraq dikare kerta aborî dijî Tirkiyê bi kar bîne

Eyub Rebî diyar kir ku Iraq dikare kerta aborî dijî Tirkiyê bi kar bîne, ji ber ku salane di navbera Iraq û Tirkiyê de bi bihayê 10 milyar dolar bazirganî tê kirin.

Parlamenterê Iraqê destnîşan kir ku di salên dawî de êrîşên Tirkiyê ser xaka Iraqê zêde bûne û çêkirina baregehên leşkerî jî zêde bûne.

Eyub Rebî: Divê Iraq dosyaya destwerdana Tirkiyê bibe ny û komkara Erebî

Parlamenterê Iraqî û endamê Komîteya Ewlehiya parlamentoya Iraqê Eyub Rebî got ku Tirkiye amadekariya êrîşek mezintir ser xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Ketina Tirkiyê ya nav xaka Iraqê, binpêkirina serweriya welat e û ji bo rê li destwerdana Tirkiyê were girtin divê Iraq vê dosyayê bibe NY û Komkara Erebî.

Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana bexdayê kir

Li aliyek din jî, îro Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar serdana paytexta Iraq, Bexdayê kir.

Tê payîn ku Akar bi serokkomar, serokwezîr û Wezîrê Parastinê yê Iraqê re bicive.

Akar wê piştî Bexda serdana Başûrê Kurdistanê jî bike û bi rayedarên herêmê re jî bicive.

Back to top button