Dozgeriya Misrê biryara desteserkirina malên 89 Ixwaniyan da

Dozgeriya Misrê, dest danî li ser malên 89 endamên Ixwana mislimîn. Di nava van kesan de, malbata Mursî yê Îxwanî jî heye.

Li gorî rojnameya Exbar El Yum ya Mirsrê, Dozgeriya Qahireyê ji bo desteserkirina tiştên malbatên Ixwanî biryara da.

Dozgeriya tevî malbata Muhemed Mursî yê Îxwanî biryara desteserkirina malên 89 îxwaniyan da.

Dozgeriyê daxwaz kir ku malên Ixwaniyan yên hatine desteserkirin, derbasî xezîna dewletê werin kirin.

Ixwaniyên ku malên wan hatine desteserkirin di nava bêdengiyê de ne.

Her çiqasî piştî 11’ê Sibata 2011’an Îxwanan xwest bi rêya Mihemed Mûrsî deshilatdariyê bidest bixin lê vê yekê zêde necam negirt.

3’ê Tîrhema 2013’an Mûrsî ji deshiltdariyê hate xistin û tevgera Ixwanî hate qedexekirin.

Back to top button