
Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî QSD’ê jî, berpirsê kirinên kuştinê yên çeteyên DAIŞ’ê, girt.
Li gundewarên bajarê Hesekê, duh ji aliyê Yekîneyên Antî Terorê (YAT) ve operasyonek hat destpêkirin û tê de serçeteyekê DAIŞ’î yê 40 salî hate girtin.
Hêzên YAT’ê di operasyonê de çekeke kalaşnikov, telefonên destan her wiha kartên bîrdankê û filaşên ku wêneyên serçeteyên DAIŞ’î tê de bûn û belgeyên têkiliya wî bi wan re, dîtin.
Endamê hêzên YAT’ê Tolhildan Rojava der barê operasyonê de anî ziman ” Erka vî serçeteyê kuştinan li herêmê pêk bîne, fermandarên QSD’ê bike armanc û mayînan li ser rêyên giştî li herêmê, deyne.”