ERDOGAN MIKR HAT KU EW NE DI NAVA HÊZA NÛ DE NE

Piştî nîqşakirina avakirina hêzekê ji bo aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ku nayê zanîn bê wê çi dewlet cihê xwe di nav de bigirin, Erdogan aciziya xwe nîşan da û got, ew qebûl nakin ev herêm bikeve bin serperştiya hêzêke din.
Di heman wextê de, piştî zextên aborî ku sedema wê fuzayên S-400 e, Erdogan vê peyamê dide Emerîka, ew ne mijara nîqaş ye.

Wezareta karê Derve ya Emerîka herî dawî Ragihand ku, wê hêzek cihêreng ji bo aramiya herêmê li Bakur û Rojhilatê Sûrî were avakirin û wê Emerîka jî beşekî wê be.

Li ser vê yekê Serokê Dewleta Tirk Erdogan aciziya xwe nîşan da û got;

Ne pêkan e kontrola herêma Bakurê Sûrî bikeve destê aliyekî din.

Çavdêr vê daxuyaniya Erdogan weke lixwemikuhatina ku Tirkiyê ne di nava vê hêzê de ye dibînin.

Her wiha Erdogan ji telezzyona 24 re got eger Emerîka nikaribe çekên xwe yên daye YPG’ê vegerîne, dikare radestî Tirkiyê bike.

Li kêleka vê daxuyaniya Erdogan Serokê Emerîka Trump ragihandibû ku wê hêzên wan li Sûrî bimînin.

Berovajî daxwaza Erdogan, Emerîka tev digere.

Di demekê ku erdogan dibêje Emerîka dikare çekên xwe radestî wan bike, di peymana Fuzeyên S-400 ên Rûsî de bi irarar e.

Herî dawî Erdogan li ser vê yekê got, kirîna fuzeyên S-400 qediyaye û ne cihê nîqşê ye.

Doh jî wezareta Karê Derve ya Emeîrka hişayarî dabû Tirkiyê ku, eger S-400 bikere, wê hemû peymanên leşkerî bi Tirkiyê re betal bike.

Çavdêr dibînin ku ev israra Tirkiyê a kirîna s-400 hişt ku Emerîka careke din zaextên Aborî lê bike.

Têkildarî vê mijarê jî Erdogan dibêje ku, wê bersiva Emerîka bidin.

Pisporên mijarê dibînin ku, Erdogan bi siyaseta xwe ya şaş, Tirkiyê û aboriya wê ber bi tehlûkê ve dibe û wê di salên bê de, krîza aborî zêdetir bibe.

Leave a Reply

Back to top button