”Rêjeya sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên ji ya belgekirî zêdetir e”

‘Rêjeya sûcên ku li dijî jinan li Efrînê pêk tên, ji ya belgekirî zêdetir e’
bi vê gotinê Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat û Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulistan Gulo teqezî li sûcên ku li dijî jinan pêk tên, kir. Her wiha banga avêtina gavên cidî li aliyên birpirsyar kir.

Tevî belgekirina sûcên şer ên ku dagirkeriya Tirk li dijî jinan li Efrînê pêk aniye û tîne, lê hata niha ev yek tê paşguhkirin.

Hemû rêxistinên têkildarî mafên jinan û mirovan û Neteweyên Yekbûyî tevî hemû rapor û sûcên ku hatina belgekirin, hîna jî neketine nava tevgerê.

Berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Lîna Berekat diyar kir ku her dewleta Tirk herêmekê dagir dike, di radeya yekemîn de jinan dike armanc.

Lîna Berekat piştrast kir ku jimara sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî jinan, ji hejmara ku behsa wê tê kirin, zêdetir e.

Lîna bang li NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erka xwe rabe û gavên cidî biavêje.

Endama Rêveberiya Kongreya Star Gulistan Gulo ev sûc û kirinên li dijî jinên Efrînê bi tundî şermezar kirin.

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê herî dawî kuştina “55 jinî, revandina 140 û tundiya li ser 497 jinî belge kiribû.

Back to top button